Xwezıya Mın Bı Hayastanê

歌手: Aram Tîgran • 专辑:Stranên Arşîva Radyoya Erîvanê-3 • 发布时间:2020-03-20
作词 : Kürt Halk Şarkisi
作曲 : Kürt Halk Şarkisi
XWEZIYA MIN BI HAYASTANÊ
Tew tew gidî lê canê,
Xweziya min bi Hayastanê,
Havînê, zivistanê lo,
Tu li vê kêf û dîlanê.
Hayastan deşt û çiya,
Kemilî ji gul û giya,
Berîn ket berx û miya lo,
Pez hatin ser bêriya.
Tew tew gidî lê canê,
Xweziya min bi Hayastanê,
Havînê, zivistanê lo,
Tu li vê kêf û dîlanê.
Hayastan wek meydan e,
Esas rismî lêdane,
Temam weka bira ne lo,
Boy heyata însan e.
Tew tew gidî lê canê,
Xweziya min bi Hayastanê,
Havînê, zivistanê lo,
Tu li vê kêf û dîlanê.
Erda wî temam zêr e,
Gund jî weka bajêr e,
Çavê miletê têr e lo,
Çi jin e çi ku mêr e.
Tew tew gidî lê canê,
Xweziya min bi Hayastanê,
Havînê, zivistanê lo,
Tu li vê kêf û dîlanê.
Hayastan tev zozan e,
Temam mêrg û çîman e,
Ser fabrîka dûman e lo,
Rê ji dûmanê ne xuyan e.
Tew tew gidî lê canê,
Xweziya min bi Hayastanê,
Havînê, zivistanê lo,
Tu li vê kêf û dîlanê.
Watenê ermeniya,
Bi şixul û sin’et e,
Şixul kar bi qîmet e,
Ecêb û kilamet e.
Tew tew gidî lê canê,
Xweziya min bi Hayastanê,
Havînê, zivistanê lo,
Tu li vê kêf û dîlanê.
Şixul kar da şixulîn,
Av û kanî xulxulîn,
Dar û şaxa xemilîn,
Hayastan bû kimilîn.
Tew tew gidî lê canê,
Xweziya min bi Hayastanê,
Havînê, zivistanê lo,
Tu li vê kêf û dîlanê.
📥 下载LRC歌词 📄 下载TXT歌词

支持卡拉OK同步显示,可用记事本编辑