Yara Rez

歌手: Aram Tîgran • 专辑:Stranên Arşîva Radyoya Erîvanê-3 • 发布时间:2020-03-20
作词 : Kürt Halk Şarkisi
作曲 : Kürt Halk Şarkisi
YARA REZ
Yar yar û yara rez,
Dido hatin bi lez û lez,
Yek çaçan e, yek çerkez lo,
Yek rezvan e, çû ber rez.
Yar yara Boşatî,
Bejn û bala şimşatî,
Serî zêrê reşatî lo,
Li ser çavê min hatî.
Yar yar û yara rez,
Dido hatin bi lez û lez,
Yek çaçan e, yek çerkez lo,
Yek rezvan e, çû ber rez.
Yar yara Zinzinî,
Dest û milê bazinî,
Tu bi xizêma mezin î lo,
Bimirî bijî a min î.
Yar yar û yara rez,
Dido hatin bi lez û lez,
Yek çaçan e, yek çerkez lo,
Yek rezvan e, çû ber rez.
Yara min çi biçûk e,
Hine li dest û neynûk e,
Kî çi zane ku bûk e lo,
Xelqê ji tirê zarok e.
Yar yar û yara rez,
Dido hatin bi lez û lez,
Yek çaçan e, yek çerkez lo,
Yek rezvan e, çû ber rez.
Yar yara Hundirfî,
Tu li serî şar û kofî,
Çi bitirsî bi xof î lo,
Bextê min ra bûy sofî.
Yar yar û yara rez,
Dido hatin bi lez û lez,
Yek çaçan e, yek çerkez lo,
Yek rezvan e, çû ber rez.
📥 下载LRC歌词 📄 下载TXT歌词

支持卡拉OK同步显示,可用记事本编辑