Şevek Serma

歌手: Cudi • 专辑:Şehîd Îsmaîl (Ji Arşîva Koma Cûdî 1991) • 发布时间:1991-06-04
作词 : Ednan Bavê Hêco
作曲 : Ednan Bavê Hêco
Erê erê Çiyayê Cûdî, te jî wekî Çiyayê Agirî serî berda jêr, ji bêbextî jî ezîtiyê ji bê rometî, kor bibî bimrî ma tu nizanî Cegerê min li te bibû mêhvanî.
Piştî Cegerê min, tê çawa hildî serî, hey Çiyayê Cûdî, hey Çiyayê Cûdî
Ka bêje min, tê bi ku de herî ji nifretên dîrokê.
Tê bi ku de herî ji kelkela xwîna dilê dayikan, tê bi ku de herê ji hêrsa hêza awirên çavên kalemêran tê bi ku de herî ji destê partîzan û şoreşgeran. Qelenê Cegerê min buha ne pir buha ne.

Şevek serma reş û tarî
Berf û baran zor dibarî
Oyî oyî oyî oyî
Pêşmergê me dike gazî
Berê xwe dan li hekarî

Bend û sînor tv çirandin
Li cem dijlê dîlan gerandin
Oyî oyî oyî oyî
Avdan gul cîcekê jînê
Ser singa Cûdî bi xwînê

Heval Ceger çek hilanî
Xwe berda şer bi mêranî
Oyî oyî oyî oyî
Hat hewara birîndara
Sing bi mêranî da ber gula

Cûdî dibê Ceger kanî
Ji bîr nakim şerê danî
Oyî oyî oyî oyî
Korbim bimrim min nizanî
Dijmin jê re kemîn danî
📥 下载LRC歌词 📄 下载TXT歌词

支持卡拉OK同步显示,可用记事本编辑