Şevek Tarî

歌手: Ferhad Merde • 专辑:Şevek Tarî • 发布时间:2021-01-03
作词 : Ferhad Merde
作曲 : Amir Hesen/Can Dahir
Êvarekî dereng li ber dergehê şevekê ez ketim

Êvarekî dereng li ber dergehê şevekê ez ketim

Şev bû li yekî digeriya go bela xwe bifiroşê

Gerî û negerî di dawî de ez dîtim

Dît go ez bi tenê me bê kes im bê heval im bela xwe da min

Di serî de çav berda xemla evînê

Go ji dil tazî bike , bike kavil

Û rengê go mi li xwe kom kiribûn
di kefenekî reş de wê girêde bike ji rengê xwe

Go wek wê biba wê min bikira keroşkek di dava nêçîrvanan de

Min ê nedikarîbû bibezim û nejî dikarim ber xwe bidim

Dixwest ,  dixwest di dergûşa bê hêviya de li ber lorîkên 'ezraîla de
min bi xew ve bibe

Ji boy kes nizanibe carekê ku ez hebûm

Li bende bû li bende bû go ez bigrîm û ew bikene

Lê ,  lê wê hizir nedikir    gotina dawî ji devê min wê çi derkeve

Min go wa şevê
Min go wa şevê
Tu gavên xwe zêdetirê xwe davêjî

Ma te mi li çola dîtiyi û go tu min pepûk û reben dibînî

Ez ne parsekê li ber dergehê êvara te me şevê

Ez rastî gelek şevên wekî te hatime û bê bersiv nemame

Li bê deng bûna min nenere go ez nikarim biqîrim

Qêrîna min ji temenê te mestire

Tu çiqeysî xwe li min tarî bike şevê
Tu çiqeysî xwe li min tarî bike şevê
Û tu hemî stêrkan li ber çavê min bide alîkî
Û tu heyvê bi min bide jibîrkirin

Di guhê tariya te de ez ê dîsa qîr bikim

Agirê ku ji destê hevalê min vêketiye ez li ber im
Çawa be ez li ber im

Ji roja go ez bûme ez li ber im
Ez ne ji mineta agirê tu kesî me şevê

Tu wek xwe bik û ez ê wek xwe bikim

Helbet wê bibe sibe ez ê hebim û tê tinebe

Hesabê xwe bike ku wê roj derkeve û ez ê bînim bîra te

Ez ê bikenim û bînim bîra te
Ez ê bînim bîra te xencerê go li pişta min ketibûn ji destê kê bû

Û şevşevokê go te min pê ditirsandin ew bi kude çûn

Yê go ta'ma sibehan kiribe
Zehmete serê xwe ji tarîtiyê re deyne şevê

Perdê guhê go ji qêrîna min qetiyane ji ker bûna xwe poşman bûne

Heta go tu hebe qêrîna min nasekine

Ji nihade hesabê xwe bike go wê dora min jî bê û tê tine be şevê
📥 下载LRC歌词 📄 下载TXT歌词

支持卡拉OK同步显示,可用记事本编辑